ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 . 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16 . 10. 2019
16 cotmeh, 2019   04:00

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşketinên li ser sînor dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê şervanê QSD‘ê Rûbar Til Hemîs ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdan a Til Hemîsê vedişêrin. Saet 11:00‘an.

-Şêniyên Qamişlo jî cenazeyê 4 şehîdên Berxwedana Rumetê di nav de nûçegihanê Çira TV Mihemed Hisên Reşo li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin. Saet 11:00‘an.

- Şervanan li eniyên di navbera navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî de û yên li ser rêya navdewletî diyar kirin ku wan hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û hewldanên şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê yên bi armanca kontrolkirina rêya navdewletî kontrol bikin şikandin.

- Jinên li Şehbayê dimînin gotin, êrîşên dagirkeriya Tirk vîna gelê berxwedêr naşkîne û destnîşan kirin ku li djiî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  ew piştgiriya şervanên QSD‘ê dikin.

ANHA