‘Kiryarên dagirkeriyê îradeya me naşkînin, em li pişta hêzên xwe ne’

Jinên li Şehbayê dimînin gotin, êrîşên dagirkeriya Tirk vîna gelê berxwedêr naşkînin û destnîşan kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  ew piştgiriya şervanên QSD‘ê dikin.

‘Kiryarên dagirkeriyê îradeya me naşkînin, em li pişta hêzên xwe ne’
16 cotmeh, 2019   05:02
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Berxwedana Rûmetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li hemberî êrîşên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagiker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 8‘an de bi hemû hêza xwe didome.

Girêdayî êrîşên dagirkeriya Tirk û berxwedana gel a dîrokî ya li hemberî wê jinên li kantona Şehbayê dimînin nêrînên xwe bi me re par ve kirin.

Narîman E-Hisên êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê şermezar kir û  got: "Em êrîşên barbar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar dikin ku komên çekdar ên li Idlibê û hemû herêmên dagirkirî kom dike û wan dixe şerên dijwar ên li Bakurê Sûriyê."

Narîman diyar kir ku dagirkeriya Tirk ewlehî û aramiya herêmê dike armanc û ev tişt anî ziman: "Li van herêman ne tenê Kurd hene, lê belê hemû pêkhate, Kurd, Tirkmen, Asûr û Xiristiyan hene. Tirkiye ne tenê kurdan, di heman demê de hemû gelan dike hedef."

Îman Oso jî destnîşan kir ku kiryarên dagirkeriya Tirk îradeya wan naşkîne "Em êrîşên li ser Bakurê Sûriyê û şehîdxistina Hevrîn Xelef şermezar dikin û dibêjin ev kiryar îradeya jinê naşkîne, wê îradeya jina azad bi hêztir bibe."

Rehma Mihemed Elo ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anî ziman û got: "Em mil bi mil li ber xwe didin em ê îradeya dijmin bişkînin û ji Sûriyê biqewitînin."

ANHA