Çeteyan pira di navbera Minbic û Cerablusê de rûxand

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi armanca ku rêya sivîlan a ber bi bajarê Minbicê ve qut bibin, piran di navbera Minbic û Cerablusê de rûxand.

Çeteyan pira di navbera Minbic û Cerablusê de rûxand
15 cotmeh, 2019   23:00
MINBIC

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker pira Ezen Dadat a li bakurê bajarê Minbicê ku Cerablusa dagirkirî bi hev ve girêdide, rûxand.

Pira Ezen Dadat rêya sereke ya di navbera gundewarê bakurê Minbicê û bajêr de ye. Çeteyan bi armanca ku şêniyên gundewarên bakur nikarin xwe bighînin bajêr pir rûxand.

ANHA