Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî

Şênî û rûspiyên navçeya Til Hemîsê gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi meşkeke girseyî şermezar kirin û diyar kir ku wan êrîşî tu kesî nekiriye, herêmên xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin da ku rûmetdar bin û ew ê li dijî êrîşên Tirkiyê bê deng nemînin.

Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
Li Til Hemîsê li dijî gefên Tirkiyê meşa girseyî
7 cotmeh, 2019   11:48
QAMIŞLO

Îro bi hezaran şêniyên navçeya Til Hemîs a Qamişlo ya herêma Cizîrê, endamên meclisa navçeyê û saziyên wê, meclisên şaredariyan û rûspî li dijî gefên Tirkiyê daketin qadan.

Xwepêşandanê ji ber meclisa navçeyê dest pê kir û ber bi kolanên sereke ve meşiya. Xwepêşandêran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger, QSD`ê û pankartên "Na ji hebûna Tirkiyê li ser xaka me re", "Na ji terorîst Erdogan re" û "Bi vîna jinên azad em ê dagirkeriyê hilweşînin" hilgirtin.

Xwepşandêran sloganên li dijî hewldanên dagirkirinaTirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berz kirin û gotin "Gelê Sûriyê yek e, na ji êrîşên Erdogan re."

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Li ser navê gelê navçeya Til Hemîsê bavê şehîd Xalid axivî û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got bi navê meclisa navçeya Til Hemîsê, saziyên navçeyê, rûspî û zarokan ew gefên Tirkiyê red dikin.

Mihemed Xilêwî wiha anî ziman: "Bi navê vî gelî em gefên Tirkiyê şermezar dikin, me li vê herêmê ne li dijî zagonên navdewletî û ne jî li dijî ewlehiya cîhanê şer kiriye. Tenê me ev herêm ji terorê rizgar kir da ku bi rûmet û azad bijîn, ev jî bi saya fikr û felsefeya rêber Ocalan e."

Xilêwî di dewama axaftina xwe tekez kir ku em parçekirina xaka Sûriyê red dikin, her wiha heke dewleta Tirk êrîşî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, dê ber bi helakê ve bibe.

Mihemed Xilêwî di dawiya axaftina xwe de bal kişand  ser kiryarên Tirkiyê yên li dijî Efrînê  got: “Me dît ku Tirkiyê li dijî Efrînê çi kir, ji guhartina dîmografiyê bigire heta qetilkirin û revandina gel. Divê gel baş van kiryaran nas bike û li dijî Tirkiyê yekdest be.”

Bi navê eşîra Şerabîn a li herêma Til Hemîsê Abdulxaliq Abdullah jî axivî û gefên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Dîroka Tirkiyê jixwe reş e, teror derbasî herêma wan kir, Sûriyê tar û mar kir. Tirkiye naxwaze gel bi vîna xwe bijîn, berevajî vê yekê dixwaze ajandeyên wê pêk bên û em jî li dijî vê yekê ne.”

(eh)

ANHA