Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Eger şer li ser me ferz bibe, berxwedan rêya me ye

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê diyar kir ku eger herêm rastî êrîşên leşkerî were, dê li ber xwe bidin.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê: Eger şer li ser me ferz bibe, berxwedan rêya me ye
7 cotmeh, 2019   11:19
MINBIC

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi rêya tweetekê ragihandibû ku hêzên rejîmê ku desteka xwe ji Rûsyayê digirin, dest bi tevgera leşkerî ber bi bajarê Minbicê ve kir. Ew yek piştî ku hêzên koalîsyonê ji herêmên sînor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiya pêk hat.

Îro hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemed Xêr Şêxo helwestên xwe beramberî rûdanên dawîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dan ku herî dawî hêzên koalîsyonê ji nuqteyên sînor ên bi Tirkiyê re li Girê Spî û Serêkaniyê vekişiyan, di demekê de ku gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, diyar kir.

Şêxo destnîşan kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MS) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya dan û standin û hevdîtinan nermbûneke mezin diyar kir da ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî pêvajoya şerekî nû nebin û wiha got: "Mekanîzmaya ewlehiya sînor delîl bû ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û MSD`ê re, lê mixabin hikumeta Tirkiyê guh neda vê nermbûnê."

Her wiha Şêxo îşaret bi hêzên DYA`yê kir û wiha got: "Wê sozên xwe beramberî QSD`ê di parastina van herêman û dûrxistina wê ji şer bi rêya hevpeymanan bi Tirkiyê re pêk neanîn."

Şêxo teqez kir ku eger dewleta Tirk gef û êrîşên xwe Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, bi wê yekê şer li ser wan ferz dike û ew dev ji berxwedanê bernadin.

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku ew wek rêveberiya sivîl di pêşkêşkirina hemû xizmetan ji şêniyên li hemû herêman re dewam dikin.

(jo)

ANHA