Hûsiyan balafirgeha Ebha kirin hedef, koasliyonê jî bersiv da

Ensarallah El-Hûsî ragihand ku wan bi balafirên bêpîlot balafirgeha Ebha ya Sûadiyê kirin hedefa xwe û koalisyonê jî ragihand ku wan êrîş têk bir, her wiha şerê li Uden careke din destpêkir, di demeke ku agirbest ber bi hilweşandinê ve diçe.

Hûsiyan balafirgeha Ebha kirin hedef, koasliyonê jî bersiv da
Hûsiyan balafirgeha Ebha kirin hedef, koasliyonê jî bersiv da
9 tebax, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Musîra berdevka koma Ensarallah El-Hûsî li ser zimanê berdevkê fermî yê hêzên Hûsiyan Yehye Serî ragihand ku şevê din çeka asmanî du çalakiyên berfireh ber bi balafirgeha Ebha ya navdewletî pêk anî.

Serî da zanîn ku çalakiya yekemîn Birc El-Reqabê li balafirgehê kir hedefa xwe, çalakiya duyemîn jî cihên nazik li hundirê balafigehê kir hedefa xwe.

Her wiha berdevkê fermî yê hêzên koalisyona Erebî biserkêşiya Sûadiyê li Yemenê Tirkî Malkî da zanîn ku hêzên koalisyonê dikaribû êrîşê têk bibe û balafira bêpîlot a hêzên Hûsiyan ji parêzgeha Senaa ber bi Ebha bîne xwarê.

Di demên dawî de êrîşên hêzên Hûsiyan ên bi rêya balafirên bêpîlot zêde bûne, ku 3 mehên dawî de 60 êrîş pêk anî, li gorî ku El-Musîra teqez kir, her wiha êrîşan balafirên Ebha, Cîzan, Necran û baregeha Xemîs Mişîd a Sûadiyê kirin hedefa xwe.

Her wiha êrîşên di navbera hêzên meclisa demkî ya başûr û Parastina serokatiya li Uden careke din rû dan, çavkaniyan ji televîzyona El-Erebiyê re diyar kirin ku şer li derdora Qesir Meşîq û Mûdîryeta El-Mensûra li Udenê rû dan.

(jo)