Kiwêt şaneyek girêdayî "Îxwan" girt

Wezareta Hundirîn a Kiwêtê got "Şaneyek terorîst girêdayî rêxistina Îxwan" ya li Misirê derheqê endamên wê de cezayê girtinê hatibû birin, girt.

Kiwêt şaneyek girêdayî "Îxwan" girt
12 tîrmeh, 2019   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê di daxuyaniyekê de diyar kir ku "Hêzên Ewlehiyê ya Wezareta Hundirîn a Kiwêtê" şandeyek terorîst girêdayî Îxwan ku dozgeriya Misirê cezayê girtinê 15 salan lê birî bû, girtin."

Li gorî daxuyaniyê; endamên şaneyê ji desthildariya ewlehiya Misirê reviyan Kiwêtê û ji aliyê Wezareta Hundirîn a Kiwêtê ve hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî şopandina wan hêzên em cihên endamên şandeyê diyar kir û operasyoneke ewlehiyê pêk anî di encamê de hemû endam hatin girtin."

Wezaretê diyar kir ku endamên şaneyê li xwe mukur hatin wan li gelek deverên Misirê "Kiryarên terorîst" kirine û bi bîr xist ku lêpirsîn hîna berdewam e da ku kesên bi wan re bûne hevkar werin eşkerekirin.