Navenda avê ya Amêdiyê hat bombebarankirin

Artêş Tirk a dagirker duh li 3 herêmên Amêdiyê wergehên sivîl û jiyanî bombaran kirin. Di van bombebaranan de li gel benzînxaneyekê, navenda xeta avê ya tevahiya herêma Amêdiyê jî bû hedef.

Navenda avê ya Amêdiyê hat bombebarankirin
13 hezîran, 2019   08:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmê ji ajansa Rojnewsê re ragihandine  ku balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, duh di saetên êvarê de 3 herêmên Amêdiyê ku bi sedan sivîl têde dijîn, bombebaran kir.

Çavkaniyan destnîşan kir ku balafiran gundê Guhersê, navbera gundên Sergelê û Kanê ku li ser rêya sereke ya di navbera Duhok, Amêdiyê, Şeladizê û Dêralokê de ye, her wiha daketina navçeya Amêdiyê bombebaran kir.

Di hersê bomberanan de jî, ziyanek mezin gihîşt mal û milkê welatiyan. Di bombebarana li daketina Amêdiyê de li gel benzînxaneyekê, navenda şebekeya avê jî bû hedef.

Li gorî çavkaniyan ku ew tore avê dide Sergingê, Bamernê, Qedîş û tevahî herêma Amêdiyê. Lê di bombebaranê de ziyanek mezin dîtiye.