Rêveberiya Xweser 5 zarok radestî hikumeta Norwecê kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, 5 zarokên sêwî yên çeteyên DAIŞ`ê ku bi eslê xwe ji Norwecê ne, radestî nûnerê hikumeta Norwecê ku serdana herêmên Bakurê Sûriyê dike, kirin.

Rêveberiya Xweser 5 zarok radestî hikumeta Norwecê kirin
3 hezîran, 2019   10:23
EYN ÎSA

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwecê Kristen Nytland di 2`yê Hezîranê de bi awayekî fermî serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Nûnerê hikumeta Norwecê bi rayedarên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re rûnişt û rewşa mirovî li herêmê û gelek doz ji wan rewşa zarokên DAIŞ`î yên Norwecê ku li kampa Holê ne, hate nîqaşkirin.

Piştî civîna 2 saetan ku ji dezgehên çapemenî re girtî bû, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer û nûnerê Wezareta Karên Derve ya Norwecê belgeya radestkirina 5 zarokên DAIŞ`î yên bi eslê xwe ji Norwecê ne, mohr kirin. Şervanên QSD`ê her 5 zarokên norwecî di şerê li dijî DAIŞ`ê de li Baxozê dîtin û piştre ew anîn kampa Holê.

Kristen Nytland ji ajansa me re axivî û û spasiya Rêveberiya Xweser li ser destekdayîna rêveberiyê ji bo welatiyên Norwecê li herêmê û diyarkirina nasnameyên 5 zarokên sêwî, spasiya rêveberiyê kir.

Nytland got: “Em ê 5 zarokan bibin Norwecê û em alîkariya Rêveberiya Xweser di vê mijarê de ji bîr nakin.”

Berdevkê fermî yê Daîreya Têkiliyên Derve Kemal Akif jî li ser malpera wan a fermî ragihand ku wan roja duşemê li ser daxwaza Norwecê 5 zarokên norwecî radest kirin.

Akif wiha got: “Li ser esasê bawerî û erkên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêgezên mafên mirovan û qanûnên navdewletî bawer dike, îro li navenda Têkiliyên Derve li bajarokê Eyn Îsa, 5 zarokên sêwî yên norwecî ku ji malbatên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst in, radestî şandeya Wezareta Karên Derve ya Norwecê li gorî belgeya radestkirinê ya di navbera her du aliyan de ku li ser mohr kirine, hatin kirin.”

(kc)

ANHA