Muslim: Hin alî DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin

Berpirsê Komîteya Têkiliyan a PYD`ê Salih Muslim li ser girîngiya nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê axivî û tekez kir ku hin alî hene DAIŞ`ê dikin hincet da ku êrîşên terorî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Muslim: Hin alî DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tînin
3 hezîran, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Komîteya Têkiliyan a PYD`ê Salih Muslim ji kanala Arti Gerçek a opozîsyona Tirkiyê re axivî û diyar kir ku pêvajoya nû piştî binketina çeteyên DAIŞ`ê li ser destê QSD`ê li bajarokê Baxozê dest pê kir, ew jî şerê ramanên DAIŞ`ê yên radîkal e û tunekirina şaneyên wê, taybet li rojavayê çemê Firatê ku li wir hêzên Rûsya û rejîmê hene.

Salih Muslim destnîşan kir ku hemleya ku QSD`ê beriya niha dest pê kir, encamên baş anîn û dikaribû gelek şaneyên razayî bigire. Hemle bi hişyareke mezin li ser sînorê Iraq û Sûriyê didome da ku çete nekevin xaka Sûriyê.

Muslim Tirkiye tawanbar kir ku ew çeteyên DAIŞ`ê dixebitîne û wiha dewam kir: "Gelek alî hene çeteyên DAIŞ`ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitînin da ku çalakiyên xwekujiyê pêk bînin û sivîlan bikin hedefa xwe, aliyên sereke û destpêkê ku çeteyan dixebitîne, Tirkiye ye. Niha dem hatiye ku li pêşiya Tirkiyê bê rawestandin û sînorek jê re bê danîn."

Muslim da xuyakirin ku wan hesasiyeta Tirkiyê di hemû aliyan de dît, ji ber vê yekê divê Tirkiye jî hesasiyeta ku herêm tê re derbas dibe, bibîne.

Muslim dijminatiya Tirkiyê red kir û got: "Bangên rêber Ocalan ji Tirkiyê re zelal bûn, ji ber vê yekê Tirkiyê dûrî siyaseta ku ‘Kurdên baş, Kurdên mirî ne’ bikeve û rêzê ji îradeya gelan re bigire.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di dawiya meha Gulanê de bi rêya parêzerên xwe got ew amade ye çareseriyan ji aloziya Sûriyê re pêşkêş bike û li ser girîngiya ku dûrî şer bikevin, axivî.

(jo)