Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe

Ji bo pêkanîna biryarên komxebata eşîran û piştî ku êlên eşîran bûn kefîl, îro 217 malbat ji kampa Holê vegeriyan warên xwe yên li Reqa û Tebqayê.

Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
Piştî salan beşek ji koçberên li kampa Holê vegeriyan warên xwe
3 hezîran, 2019   11:25
HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 3`yê Gulana 2019’an de li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê komxebata eşîrên Sûriyê li dar xist, tê de zêdetirî 5 hezar şêx û nûnerên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Ji bo pêkanîna biryarên komxebatê, di 23`yê Gulanê de şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kampa Holê kir, di şandeyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebdilhamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, cîgirên wan Elîzabêt Gewriyê, Emîne Osê û berpirsê kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed cih girt.

Di serdanê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got kesên ku dê vegerin, zarok û jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ku ji ber rewşên ku herêmên wan ji şer û dagirkirina DAIŞ`ê ji herêmên wan re koçber bûbûn.

Li kampa Holê 31 hezar û 436 koçberên ji Sûriyê, di nav de malbatên çeteyên DAIŞ`ê, li ser 9 hezar û 220 malbatan hatine belavkirin.

Ji bo şopandin û çavdêriya vegera koçberan li warên wan, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Hesen û Farûq El-Meşî, seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro û cîgira wê Rûken Mele Ibrahîm, seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed û berpirsa Buroya Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed gihaştin kampê.

Di merasîma radestkirina koçberan ji şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hevserokên Desteya Kar û Barên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîde Botî û Hisên El-Elî, hevserokên Buroya Kar û Barên Koçberan a Kantona Hesekê Gulistan Oso, Necat Salih,  hevseroka kampên kantona Hesekê Macîde Emîn, hevserokên kampa Holê Hemrîn Hesen, şêwirmenda kampên herêma Cizîrê Rojhat Elî û Ebdilezîz Yûnis endamê Buroya Têkiliyên QSD`ê ya Reqa û Tebqayê amade bûn.

Li gorî lîsteyên ku êlên eşîran pêşkêşî Komîteya Têkiliyan a Tebqa û Reqayê kir, ji 26`ê Gulanê deriyê tomarkirinê li 3 nuqteyan li kampê hate destpêkirin, di koma yekemîn de 800 kesan anku 217 malbatan navên xwe tomar kirin.

Piştî ku êl û nûnerên eşîran kefaleta van zarok û jinan rakir, ji ber ku di xwezaya civaka eşîran de qebûl nakin ku jin di kampan de bin, îro bi otobusan berê xwe da Reqa û Tebqayê.

Rêveberiya kampê 10 otobus ji bo koçberan bibin warê wan û 8 otobus ji bo veguhestina pêdiviyên wan diyar kirin.

Di radestkirin û bi rêya daxuyaniyê de ku ji aliyê Şêxmûs Ehmed ve hate xwendin ku şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir ku wan 800 kes yanî 217 malbat ku hemû jin û zarokên sivîl in, radest kirin.

Şandeyê da zanîn ku ew hevdîtinên xwe yên bi nûner û êlên eşîran re li dar dixin da ku kefaletan pêşkêş bikin û hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji kampan derxin.

(jo)

ANHA