‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê merasîmê bîranîna Roja Şehîdan li dar xist. Di merasîmê de banga xwedîderketina li Şehîdan hate kirin.

 ‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘
 ‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘
 ‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘
 ‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘
 ‘Ji bo wefedariya bi şehîdan re divê armancên wan werin pêkanîn‘
18 gulan, 2019   17:11
ŞEHBA

Bi wesîleya 18‘ê Gulanê Roja Şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê merasîmek li navçeya Ehdasê li dar xist.

Merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û got: "Her çeqas em li ser şehîdan bi axivin û binvisînin em nikarin mafên wan bidin. Gotin li beramberî keda ku dane kêm dimîne. Lê ji bo wefedariya bi wan re divê em xeta wan temam bikin û armancên wan bi cih bînin."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen di merasîmê de axivî û got: "Dema Ocalan dest bi têkoşîna xwe kir got em dest bi şoşreşa ji bo tevahî mirovahiyê dikin."

Hesen destnîşan kir ku hêzên kapîtalist civaka mirovahî dike hedef û wiha domand: "Ji destpêka damezirandina tevgera rizgariya Kurdistanê û heta roja me ya îro têkoşîna belafkirina fikrê netewa demokratîk tê kirin. Civakên ku tê de nirxinên jiyana hevbeş û netewa demokratîk li pêş be, ew civak ji aliyê hêzên kapîtalist ve tê hedefkirin, ji ber ku li ev hêzan mirovek azad û exlaq qebûl nakin û dixwazin civakê ji cewherê wê derxînin."

Di merasîmê de Koma Şehîd Engîzek û hunermend Henan Seydo stranên şoreşgerî gotin. Helbestvan Mihemed Welîd jî helbestek li ser şehîdan got.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA