Keştiyeke çekên Tirkiyê gihiştin Terablusê

Keştiyeke çek û alavên leşkerî ji bendera Samsun a Tirkiyê derket gihiştin bendera Terablus a Lîbyayê.

Keştiyeke çekên Tirkiyê gihiştin Terablusê
18 gulan, 2019   17:39
NAVENDA NÛÇEYAH

Keştiya bi navê "Amazon" di 9‘ê Gulanê de ji bendera Samsûn a Tirkiyê derket û gihişt bendera Terablus a Lîbyayê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan demek berê ragihandibû ku ew operasyona leşkerî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ji bo rizgarkirina Terablusê ji milisan red dike. Di vir de destekdayîna leşkerî ya Tirkiyê bi milîsên li Terablusê diyar dibe.

Di nav vê mehê de jî Wezîrê Karûbarên Hundirên ê Hikmeta Wîfaq a Lîbyayê Fayîz Sîrac, Fethî Paşa Axa û fermandarê Rêxistina Îxwan Xalid El-Muşerî çûbûn Tirkiyê û serdana pêşangeke çekan kirin.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî roja Duşemê di hevditînekê li gel "Skynews arbia" de gotibû, çek û balafirên daron ên Tirkiyê ketin destê milîsên li Terablusê û diyar kir ku "Tirkiyê destekê dide milîsên ku balafirên bê mirov ên Tirkiyê bi kar anîbûn."

Ehmed El-Mismarî her wiha got: "Bikaranîna teknelojiyayê demek dirêj, amadekarî  û perwede dixwaze, lê derbasbûna balafirên bê mirov di nava 48 salan diyar dike ku kesên biyanî hene balafiran bi rêve dibin."