Li Lîbyayê DAIŞ êrîş kir: 2 kes hatin kuştin

Li başûrê rojhilatê Terablusê ku paytexta Lîbyayê ye, çeteyên DAIŞ‘ê êrîşî bendeke ewlehiyê nêzî zeviyê petrolê kir û du zerevan kuştin û 4 revandin.

Li Lîbyayê DAIŞ êrîş kir: 2 kes hatin kuştin
18 gulan, 2019   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîşa li herêma Cefrayê ya 650 km dikeve başûrê rojhilatê Terablusê pêk hat ku di bin serweriya artêşa Niştimanî ya Lîbyayê de ye.

Li gorî AFP‘ê ku agahî ji çavkaniyekî ji artêşa Lîbyayê wegirtiye, "Êrîşeke hovane li Zelê ya 150 km dûrî bajarokê Cefrayê pêk hat, 2 zerevan hatin serjêkirin û 4 hatin revandin."

Navenda Ragihandina Şer a Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê  di daxuyaniyekê de got, êrîşa xedirê ya li nêzî zeviyê petrolê ya şirketa Ziwêtîniyê ya li bajarokê Zelê yê başûrê Lîbyayê hat bersivandin."

Çeteyên DAIŞ‘ê di ajansa xwe ya "Amaq" de ev êrîş girt ser xwe.