Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Iraqê ye

Wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu, ji bo serdana 2 rojan çû Iraqê. Di rojeva wî de wekî her carê PKK heye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li Iraqê ye
28 nîsan, 2019   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu ya li Iraqê, îro dest pê kir û dê 2 rojan bidome. Çavuşoglu destpêkê bi hempîşeyê xwe Mûhammed El-Hakîm re rûnişt û civîneke çapemeniyê li dar xist.

Dewleta Tirk ji rêveberiya Bexdayê dixwaze ku hewldanên xwe yên li dijî PKK'ê zêde bike û bi artêşa Tirk re bêhtir hevkariyê bike.

Di rewşa heyî de gelek baregehên rejîma Erdogan li Başûrê Kurdistanê hene. Hin dever jî dagir kirine.

Şengal jî ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an êrîşên qirkirinê lê kirin, di hedefa dewleta Tirk de ye. Dewleta Tirk gelek caran PKK ji bo xwe wek hincet nîşan da û gef xwar ku Şengalê dagir bike. Lê gelek caran jî dewleta Tirk êrîşî Şengalê kir.

Hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûneke cidî nîşan nedaye.

Tê payîn ku Çavuşoglû li Hewlêrê bi rayedarên PDK'ê re rûne ku hevalbendên wî ne.

Tê gotin ku Çavuşoglu dê di serdana xwe de bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih, serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û alîkarên wî, serokê Konseya Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bike.

Wezîrê karên derve yê Tirk dê li Bexda û Hewlêrê bi nûnerên komên Tirkmen re jî rûne.