Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava di roja duyemîn de berdewam dike.

Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye
Kongreya Civaka Îslama Demokratîk di roja duyemîn de ye
28 nîsan, 2019   08:26
QAMIŞlO

Bi dirûşma "Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan" duh yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi beşdarbûna 300 delegeyan û gelek mêvanan li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan dest pê kir.

Îro sibehê kongre di roja duyemîn de bi xwendina rêziknameya Kongreya Civaka Îslama  Demokratîk ku ji aliyê endamê komîteya rêxistinî Şêx Mihemed El-Qadirî hate xwendin, didome.

Di roja duyemîn de, dê rêzikname bê xwendin û nîqaş li ser bên kirin, her wiha rapora salê were xwendin û Meclisa El-Şûra û endamên meclis û komîteyan bêne hilbijartin.

(jo)

ANHA