Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê hate avakirin

Duyemîn Konferansa Odeya Endizyarên Reqayê bi dirûşmeya "Bi keda endizyarên xwe em ê Reqaya xwe ava bikin" hate lidarxistin.

Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê hate avakirin
Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê hate avakirin
Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê hate avakirin
Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê hate avakirin
27 nîsan, 2019   15:06
REQA

Odeya Endizyarên Reqayê duyemîn konferansa xwe duyemîn bi beşdarbûna 93 endizyaran ji beşên cûda û hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa li Hola Tac a navenda bajêr li dar xist.

Konferans bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Paşê endamê saziyên civaka sivîl Macid Ebdî axivî, bal kişand ser rewşa avabûnê li Reqayê û got: "Rewşa avabûn û xizmetguzarî li bajarê Reqayê piştî rizgarkirinê ji sedî 85 pêk hat. Ev hemû berhemên xwîna şehîdan e, lê erka herî mezin a ji nû ve avakirina bajêr dikeve ser milê endizyaran."

Paşê rêziknameya odeyê hate xwendin û bendên wê ji aliyê beşdaran ve hatin nîqaşkirin. Piştî nîqaşan û hin guhertinan ji aliêy beşdaran ve hate erêkirin.

Her wiha 12 rêveberên meclisê ji wan hevserok hatin hilbijartin. Hevserok Wela El-Xeşab û Muhened El-Şamî, rêveber jî "Esed El-Mustefa, Hesen El-Ebdo, Seed El-Şêx, Abdullah El-Umer, Mihemed Salo, Îsa El-Esaf, Mihemed El-Ebd, Ûsama Mihemed, Sedam Şihab).

Kongre bi ragihandina Meclisa Sendîqeya Endizyarên Reqayê bi dawî bû.

ANHA