Çeteyên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine dimînin, girêdana xwe ya bi DAIŞ‘ê ragihandin

Koma çete ya navê "Seraya Xalid Bin El-Welîd" li xwe dike ku li Idlibê xwe bi cih kirine, girêdana xwe ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re ragihand. Çavkaniyan diyar kirin ku 800 çeteyên vê komê li deverên Idlib û bakurê Helebê belav bûne.

Çeteyên li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine dimînin, girêdana xwe ya bi DAIŞ‘ê ragihandin
27 nîsan, 2019   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çû, dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû rêbazan DAIŞ‘ê zindî bike. Ji aliyekî ve çeteyên koma "Mertala Firatê" êrîşên xwe yên li ser herêmên Minbic û gundên Babê yên rizgarkirî zêde kirin, ji aliyê din ve jî destekê dide şaneyên veşartî da ku teqîn û êrîşan pêk bînin.

Çeteyên ku navê "Seraya Xalid Bin El-Welîd" li xwe kirine, li herêma Idlibê ya dagirkirî xwe bi cih kirine. Koma çete bi daxuyaniyekî girêdana xwe ya bi çeteyên DAIŞ‘ê re ragihand. Koma çete diyar kir ku ew ê fermanên xîlafeta El-Bexdadî pêk bînin.

Çavkaniyekî ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên "Seraya Xalid Bin El-Welîd" desteka xwe ji Tirkiyê digirin û ji 800 çeteyan pêk tên ku li herêmên Idlibê û bakurê Helebê wekî "Neyreb, Cebel El-Zawiya, Seraqib, gundê Mesebîn ê Erîhayê" bi cih bûne.