Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Leşkerî yê Minbicê Cuma El-Elî Cafer ê ku dema li ser erka xwe şehîd bûbû, bi merasimekî girseyî li Goristana Şehîdan oxir kirin.

Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
Minbiciyan şehîd Cuma El-Elî oxir kirin
27 nîsan, 2019   14:21
MINBIC

Îro bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li ber Nexweşxaneya Firatê kom bûn. Şêniyan cenazeyê şehîd Cuma El-Elî Cafer wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Şêniyan alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên şehîd hildan.

Li goristanê piştî deqeyekê rêzgirtin li gel torena leşkerî, axaftin hatin kirin. Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Binewî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Dahir û  li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê endamê Dîwana Meclisa Zagonsaz Adil Ebû Ferhat axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kirin şehîdan ji bo parastina xak û gelê herêmê canê xwe feda kirine.

Fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman El-Binewî soza parastina gel û destkeftiyên şehîdan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El-Debax wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re spartin axê.

(şx)

ANHA