Li başûrê Terablusê balafireke ket xwarê

Balafireke şer a "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" li herêma Eyn Zara ya başûrê Terablusê ket xwarê.

Li başûrê Terablusê balafireke ket xwarê
14 nîsan, 2019   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky News "Pîlotê balafirê beriya ku balafir bikeve bi balonê xwe xilas kir."

Artêşa Lîbyayê ev çend operasyona "Tofan El-Kerama" ya bi armanca ketina paytaxa Lîbya, Terablusê didomîne.

Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî  duh di kongreyek çapameniyê gotibû, keştiyên tijî cebilxane û terorîst ji Tirkiyê bi riya deryayê di Maltayê re derbas dibe û digihêje Misrata û got, "Endamên El-Nusra yên ku li Sûriyê şer kirine bi riya balafiran ber bi Lîbyayê têne veguhestin."