Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û Girkê Leêg cenazeyê şervanê YPG‘ê Yezen Mihemed Şerîf (Çiyager) ê ku li gundewarê Dêrazorê şehîd bibû li Goristana Şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
Bi hezaran cenazeyê şehîd Çiyager spartin axê
14 nîsan, 2019   15:58
QAMIŞLO

Şêniyên herêma Dêrik û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG‘ê Çiyager Dêrik ê ku 13’ê Nîsanê li Dêrazorê dema bi erka xwe radibû şehîd bibû ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin, piştî kerwanê cenaze li kolanên bajarê Dêrikê gerandin û li Goristana Şehîd Xebat Dêrikê spartin axê.

Li goristanê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG‘ê ve merasîma leşkerî pêk hat. Paşê bi navê hêzên leşkerî fermandar Baz Dêrik sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: " Şehîd Çiyager di tevlîbûna xwe de di şerên li dijî terorê xwedî rihekî wêrek, fedakar û kedkar dihat nasîn. Ji bo pêkanîna aştiyê û jiyaneke azad tê koşiya û di oxira wê de jiyana xwe berdêl da."

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Mihemed Cemîl jî axivî, hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got bi saya xwîna şehîdan serkeftinên mezin hatin bi destxistin.

Nasnameya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA