Di topbaran li Helebê de sivîl bûne qurbanî

Li gundewarên rojavayê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete de şer rû da. Li taxa Sikerî ya bajêr jî nêzî dibistanekê mayînek teqiya. Di teqîn û topbaranê de zarokek û du welatiyên din jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 7 kes birîndar bûn.

Di topbaran li Helebê de sivîl bûne qurbanî
Di topbaran li Helebê de sivîl bûne qurbanî
14 nîsan, 2019   14:41
HELEB

Li taxa Sikerî ya bajarê Helebê nêzî dibistanek seretayî mayînek teqiya, li gorî agahiyan di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji Helebê diyar kirin hêzên rejîma Sûriyê ji herêma Sîna ya Şêx Necar û bargehên leşkerî yên Mihelebê tevahî gundewarê rojavayê bajarê ji bajarê Kefer Hemra heta herêma Raşidîn ku di bin serweriya çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ne bi fûzan topbaran kirin. 

Komên çete bersiv dan û kolana Nîl û Xalidiyê bi fûzên topbaran kirin.

Li gorî agahiyên  ji herêmê hatin girtin, di topbaran li ser herêmên di bin serweriya rejîmê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi kêmanî 7 jî birîndar bûn.

ANHA