Li Reqayê av gihaşt 24 hezar donim erd

Li gundewarên Reqayê komîteyên çandiniyê yên meclisên bajarokên Hemrat û Keramayê sîstemeke avdanê û 2 pompên avê nû kirin. Ev yek dê bandoreke erênî li 24 hezar donim zeviyên çandiniyê bike.

Li Reqayê av gihaşt 24 hezar donim erd
Li Reqayê av gihaşt 24 hezar donim erd
Li Reqayê av gihaşt 24 hezar donim erd
Li Reqayê av gihaşt 24 hezar donim erd
13 nîsan, 2019   06:32
REQA

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a Hemratê piştî xebata ku 2 mehan dom kir, sîstema Marûda ya li ser projeya avdanê ya Jorîn a Mezreya Hemrat a rojhilatê bajarê Reqayê, tamîr kir. Her wiha pompên avdanê yên Hemrat û Reqa Semrayê sererast kirin ku avê didin 7 hezar donim zeviyên çandiniyê.

Her wiha Komîteya Çandiniyê ya Hemratê projeya sererastkirina kanala avê ya Raîd ku dirêjahiya ava dide zêdetirî 45 km ye û bi şaxên wê ku dirêjahiya wan 60 km ye, dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xetên kanalê hatin paqijkirin û yên bizirar hatin nûkirin.

Komîteya Çandiniyê ya Keramayê jî sererastkirina sîstema Şinênê 1 a projeya jorîn a Keramayê ku nêzî 17 hezar donim zevî av dide, didomîne.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Gel a Hemratê Abdullah El-Hemada got projeyên avdanê li gundewarên rojhilatê Reqayê ji beriya 8 salan ve nehatine sererastkirin. El-Hemada destnîşan kir ku ew hewl didin çandiniyê li herêmê bi pêş bixin û da zanîn ku şêniyên herêmê ji sedî 85 debara xwe bi çandiniyê dikin.

(bb)

ANHA