Balafirên Îsraîlê li Sûriyê noqteyên leşkerî bombebaran kirin

Hêzên asmanî yên Îsraîlê noqteyên leşkerî yên li herêma Misyaf a girêdayî bejahiya Hemayê kirin hedefa xwe.

Balafirên Îsraîlê li Sûriyê noqteyên leşkerî bombebaran kirin
13 nîsan, 2019   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona fermî ya Sûriyê ragihand ku îro serê sibehê dengê teqînan li herêma Misyaf a girêdayî bejahiya Hemayê hate bihîstin û sîstema parastinê ya Sûriyê jî bersiv dayê.

Çavkaniyekî leşkerî jî da zanîn ku êrîş saet di 02:30’ê şev de pêk hat, her wiha got balafirên şer ên Îsraîlê noqteyên leşkerî yên li herêma Misyaf ji asîmanî Lubnanê ve bombebaran kirin.

(jo)