‘Bi saya ramanên Ocalan me rastiya jinê nas kir’

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku Ocalan ji bo azadiya gelan û pêkanîna jiyana hevbeş tê dikoşe û gotin, bi saya ramanên Ocalan wan rastiya jinê nas kirin.

‘Bi saya ramanên Ocalan me rastiya jinê nas kir’
13 nîsan, 2019   06:21
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi rêya ajansa me ANHA‘yê bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidawî bikin û Ocalan azad bikin.

Salim El-Salim: Rexmî ku dewleta Tirk ev çend sal in tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kiriye, lê nedikarî bi vê yekê rê li ber ramanên wî ku li tevahî cîhanê belav bûye bigre. Serkeftinên ku me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destxistine berhemên fikrê wî yê netewî ye. Ocalan ne tenê banga mafê gelê Kurd dike, lê belê banga azadiya hemû gelên bindest dike.

Fatima Keleş: Rêber Abdullah Ocalan ji hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re mehrûm e, em kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ku tecrîd ferz kiriye bi tundî şeremzar dikin. Ocalan, jin ji koletiya bi salan û hişmendiya baviksalarî rizgar kirin. Bi rêya pirtûkên wî jinên Bakurê Sûriyê xwe nas kirin.

Mehmûd Remo: Cima civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan ji tecrîda ku dewleta Tirk li ser Ocalan ferz kiriye, bê deng e?. Ramanên Ocalan rê li pêşiya me vekir ku em rastiya jin û wekheviya di navbera wan û zilam de nas bikin. Ez bang li civaka navdeweletî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li dijî tecrîda li ser Ocalan bisekinin û wî azad bikin.

(bb)

ANHA