Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê cenazeyên du şehîdên Berxwedana Serdemê,  şehîd Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn li Şehbayê oxir kirin. Nasnameya 6 şervanan hat eşkerekirin.

Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
Li Şehbayê du şehîd hatin oxirkirin û nasnameya 6 şehîdan hat eşkerekirin
12 nîsan, 2019   12:59
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrîn û Şebayê li pêşiya nexweşxaneya Afrîn a li navçeya Fafînê kom bûn û cenazeyê şehîd Têkoşer Efrîn û Tolhildan Efrîn ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, wergirtin. Şênî bi karwanekî ji erebeyên ber bi goristana şehîdan ve ketin.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Hisên Dêrik, endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê Fatma Lekto û endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Welo axivîn û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de  hat destnîşankirin ku şehîdan bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelên herêmê de danîn e. Axêveran diyar kir ku têkoşîna şervanan gelên herêmê ji zilmê xiras kirin.

Di dawiya axaftinan de hat teqezkirin ku berxwedana gel di kampên berxwedanê de didome, Efrînê wê ji dewleta Tirk a dagirker were rizgarkirin û soza şopandina rêyan şehîdan heta serkeftinê û rizgarkirinê hat dayîn.

Malbatên her du şehîdan diyar kirin ku ew bi şehdatê zarokên xwe ku teslîmkarî û bindestî red kirin û li şûna tevahî cîhanê şer kirin, serbilindin.

Paşê wesîqeta şehadeta her du  şehîdan ji aliyê endama KPC-Demokratîk Şêrîn Silêman ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Her wiha di merasîmê de nasnameya 6 şervanên ku li cih û di demên cûda li Bakurê Sûriyê şehîd bûne hatin eşkerekirin:

Nasnameyên şehîdan wiha ne;

Nasnav: Agirî Zagros

Nav û paşnav: Emîra Hemo

Cih û dîroka şehadetê: Raco 26`ê Şibata 2018`an

*****

Nasnav: Amara Rojhilat

Nav û paşnav: Bêrîvan Hebeş

Cih û dîroka şehadetê: Baxoz 3`ê Nîsana 2019`an

*****

Nasnav: Avaşîn Kendal

Nav û paşnav: Dilava Mihemed

Cih û dîroka şehadetê:  Sareya 9`ê Adara 2018`an

*****

Nasnav: Rêdûr Efrîn

Nav û paşnav: Xelîl Nasan

Cih û dîroka şehadetê:  Raco 24`ê Şibata 2018`an

 

*****

Nasnav: Xabûr Efrîn

Nav û paşnav:  Osman Osman

Cih û dîroka şehadetê: Raco 5`ê Şibata 2018`an

*****

Nasnav: Rojhat Welat

Nav û paşnav: Rifat Mamo

Cih û dîroka şehadetê: Şiyê 4`ê Adara 2018`an

Di dawiyê de cenazeyê herdû şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyhên şehêd namirin, hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA