Li Şengalê gora komî a  duwemîn tê vekirin

Li Gundê Koço yê Şengalê vekirina duwemîn gora komî ji aliyê Tîma Vekirina Goran ve destpêkir.

Li Şengalê gora komî a  duwemîn tê vekirin
12 nîsan, 2019   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Koço yê Şengalê di 16'ê Adarê de, bi fermî ji aliyê hikûmeta Iraqê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û bi amadebûna bi seden Êzidiyan vekirina gorên komî ji aliyê Tîmên Vekirina Gorên Komî ve destpê kir. Bi vê boneyê Tîmên Vekirina Gorên Komî îro destbi vekirina gora duwem kirin.

Hêjayê gotinê ye ku ji gora yekem 28 rifatên kesan hatibûn derxistin. Hemû rifatên ji gorê hatin destxistin û ji bo lêkolîna DNA'yê rêkiribûn Tiba Edlî ya Bexdayê.

Ji bo ku bên naskirin, ji berî niha ji kesên xizmên wan winda bûne xwîn hatibû girtin.