Serokkomarê demkî yê Cezayîrê hat hilbijartin

Piştî ku Abdulazîz Boteflîqa îstifa kir, li Cezayîrê Abdulqadir bîn Salih bû serokkomarê demkî yê welêt.

Serokkomarê demkî yê Cezayîrê hat hilbijartin
9 nîsan, 2019   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cezayîrê piştî îstifaya serokkomarê berê Abdulazîz Boteflîqa, parlamentoyê serokê Konseya Gel a Parlamentoya Cezayîrê Abdulqadir bîn Salih wek serokkomarê demkî hilbijart. Li gorî destûra Cezayîrê divê Salih di nava 90 rojan de li welat hilbijartinan pêk bîne û serokkomraê demkî nikare ji bo serokkomariyê bibe namzet.

Abdulazîz Boteflîqa (82) ev 4 serdem bû ku li ser desthilatê bû. Piştî ku Boteflîqa ji bo serdema pêncan jî namzetiya xwe eşkere kir, li welat protestoyan dest pê kir û piştî meh û nîvekê Boteflîqa îstifa kir.

Her wiha tê payîn ku li hember Abdulqadir bîn Salih jî gel derkeve qadan û nerazîbûna xwe nîşan bide.