Êrîşeke xwekujî li dijî dewriyeya koalîsyonê pêk hat

Erebeyeke bombebarkirî ku ji aliyê kesekî xwekuj ve dihate ajotin, li nêzî navçeya Şedadê ya Hesekê êrîşî dewriyeyeke Koalîsyona Navdewletî kir.

Êrîşeke xwekujî li dijî dewriyeya koalîsyonê pêk hat
Êrîşeke xwekujî li dijî dewriyeya koalîsyonê pêk hat
9 nîsan, 2019   10:28
HESEKÊ

Erebeyeke bombebarkirî ku ji aliyê kesekî xwekuj ve dihat ajotin, li ser rêya di navbera navçeya Şedadê û bajarokê 47 ê li başûrê bajarê Hesekê, di nav dewriyeya Koalîsyona Navneteweyî de hate teqandin.

Nûçegihana me ragihand ku êrîş îro derdora saet 12:35’n bi erebeyeke ji cureya Kia 2700 pêk hat.  Li gorî agahiyên ku nûçegihana me diyar kirin, di encama teqînê de tu zerar negihîştiye endamên Koalîsyona Navdewletî.

(bx)

ANHA