Li dijî hêzên rejîma Sûriyê êrîşa xwekujî

Piştî rojekê ji nîqaşên di navbera serokê Rûsyayê û serokkomarê Tirkiyê yên têkildarî herêmên bêçek de, çeteyên Ensar Tewhîd êrîşeke xwekujî li dijî yek ji navendên hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya bakurê Hemayê pêk anî. Di encama wê de 6 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Li dijî hêzên rejîma Sûriyê êrîşa xwekujî
9 nîsan, 2019   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku çeteyên Ensar Tewhîd êrîşeke xwekujî li dijî yek ji navendên hêzên rejîma Sûriyê li herêmên bêçek pêk anî.

3 çeteyên xwekuj ên Ensar Tewhîd bi rextên bombebarkirî li derdora cihê xwedîkirina mirîşkan li bakurê bajarokê Tîba Îmam li aliyê bakurê bejahiya Hemayê xwe teqand.

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku di encama wê de 6 leşkerên hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin, her wiha her sê çeteyên xwekuj jî mirin.

Hêjayî gotinê ye ku piştî hevdîtina serokê Rûsyayê Pûtîn û serokê Tirkiyê Erdogan, êrîş û topbaran li herêmên bêçek zêde bûn.

(bx)