Bandora zewaca di temenê biçûk de mijara şanoyê bû

Di roja 7‘emîn a Mîhrîcana Şano ya Yekta Herekol a Şanoyê, de Koma Şehîd Merwan a bajarê Serêkaniyê şanoya "Hêviyên dayikan" pêşkêş kir.

Bandora zewaca di temenê biçûk de mijara şanoyê bû
Bandora zewaca di temenê biçûk de mijara şanoyê bû
Bandora zewaca di temenê biçûk de mijara şanoyê bû
2 nîsan, 2019   17:32
QAMIŞLO

4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Yekta Herekol a ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin de li ser dika şano ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo di roja xwe ya 7‘emîn didome.

Îro, Koma Şehîd Merwan a ji bajarê Serêkaniyê şanoyek bi navê "Hêviyên dayikan" pêşkêş kirin.

Mijara şanoyê, hestên dayikekê li beramberî zarokên wê vedibêje. Dayikek ku kurê xwe "Zekî" winda dike û jana windabûnê wî dikişîne, zewaca keça wê ya biçûk ji zilamekê bi 15 salan jê mezintir û nêzîkatiyên hevserê keça wî ku wê wekî kole dibîne û feqetandina wan a ji hev azarên dayikên zêde dike.

Piştî şano hate pêşkêşkirin, beşdaran li çepikan xistin û nêrînên xwe anîn ziman.

ANHA