'Penaberên Iraqê wê vegerin welatê xwe'

Çavkaniyek ji Wezareta Mafê Mirovan û Karûbarên Penaberan a Iraqê ji ANHA‘yê re hikûmeta Iraqê difikre ku penaberên xwe yên li Sûriyê vegerînin.

'Penaberên Iraqê wê vegerin welatê xwe'
2 nîsan, 2019   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran welatiyên Iraqê di dema serweriya çeteyên DAIŞ‘ê de berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêveberiya Xweser a herêmê bi derfetên heyî kampa Holê ji wan re vekir. Piştî rizgarkirina deverên Iraqê ji çeteyên DAIŞ‘ê, penaberan ji hikûmeta Iraqê xwestin li welatê xwe vegerin, hikumet ji tirsa ku endamê DAIŞ bi penaberan re vegerin, vegera wan qebûl nekir.

Çavkaniyek ji Wezareta Mafê Mirovan û Karûbarên Penaberan a Iraqê ji ANHA‘yê re diyar kir ku hikûmeta Iraqê mijara penaberên xwe lêkolîn dike û piştî koordîneya bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku deriyê xwe ji bo vegera penaberan xwe veke.

Heman çavkaniyê diyar kir ku di demeke nêzîk de dê biryar bikeve meryetê û got, di demeke nêzî de daxuyaniyeke fermî ji aliyê herdu aliyan ve li ser mijara vegera penaberan were dayîn.

ANHA