Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin

Welatiyên gundewarên Dêrazorê cenazeyên 6 şehîdan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen spartin axê.

Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin
Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin
Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin
Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin
Cangoriyên azadiyê li Dêrazorê hatin veşartin
2 nîsan, 2019   16:30
DÊRAZOR

Şêniyên bajaroka Bisêra, gundên Hecîn û Keşkiyê yên Dêrazorê, şervanên QSD û Hêzên Ewlekaraiya Hundirîn cenazeyên şervanên QSD‘ê Ebdulhekîm Ehmed, Bekir Hîlal El-Hesen, Beşar Neyîm El-Salih, Ela Merwan El-Wegai û Iqab Hamid El-Elî di 29‘ê Adara 2019‘an de û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê di 28‘ê Adarê şehîd bibûn  bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji ber çerxerêya Etal a deriyê ketina bajarokê Bisêra wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve bi rê ket.

Piştî merasîma leşkerî ya ji aliyê QSD‘ê ve endamê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Siyamend Xelo axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku bi xwîna wan herêm ji çeteyan rizgar bû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Suha Mihemed jî axivî û malbatên şehîdan silav kir û anî ziman ku ew bi serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê serbilind in.

Di merasmî de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 20 şehîdan eşkere kir. Nasnameyên şehîdan ev in: Şervanên QSD‘ê Elî Mûsa Fehmî, Mihemed Ehmed El-Salih, Salih Remezan El-Mamîş, Ebdulrehman Ehmed El-Mihemed, Humam Silêman El-Reyis, Enwer El-Hac Hisên, Husam Elî El-Cemîl, Mihemed Mixlêf Muslim, Hemdan Heyder El-Elî, Mihsin Sewadî El-Firêh, Ebdulkerîm Hisên El-Elî, Îd Xidir El-Mihêmîd, Ehmed Mihemed El-Muteleq, Fayiz Nûrî El-Mitleq, Mihêdî Salih El-Hebîb, Sahir Elî El-Hemed, Elî Hisên El-Ewed û Ebdulreman Mihemed El-Ehmed di 18‘ê Adara 2019‘an di Pêngava Bagera Cizîrê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih Ebûd Îbrahîm û Salih Ebd El-Cofan di 29‘ê Adarê 2019 dema erka xwe pêk di anîn şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan radestî malbatên wan hatin kirin.

Şêniyên cenazeyê 6 şehîdan spartin axê.

ANHA