Pompeo der barê Hizbullahê de hişyarî da rayedarên Lubnanê

Çavkaniyên DYA’yê diyar kir ku wezîrê karên derve Mike Pompeo di dema serdana xwe ya Lubnanê de, rayedarên lubnanî ji ber veşartina kargeha moşekan a girêdayî Hizbullahê hişyar kirin.

Pompeo der barê Hizbullahê de hişyarî da rayedarên Lubnanê
2 nîsan, 2019   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê Kanala 13`an a Îsraîlê Barak Ravid got çavkaniyên Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê (DYA) ku rewş şopandiye, bêyî ku navê aliyan diyar bike, ew agahdar kiriye ku Hizbullaha Lubnanê û Îranê kargeheke nû ya moşekan bi dizî li Lubnanê vekiriye.

Malpera ‘Axius’ li gorî agahiya ku li ser zimanê Barak Ravid veguhestiye, diyar kir ku Pompeo ev agahî ji îstixbarata Îsraîlê wergirtiye û têkildarî çêkirina moşekan ji Hizbullahê ve, bi fikar e.

Malperê wiha ragihand: "Piştî wergirtina agahiyên îstixbaratê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ku beriya du hefteyan bû, Mike Pompeo çûbû Lubnanê û bi serokwezîr Said El-Herîrî re civiyabû."

Têkildarî  mijarê malperê  wiha lê zêde kir: "Pompeo agahî da serokwezîrê Lubnanê ku kargeh dibe ku xetereyê li ser ewlehiya Lubnanê çêke û metirsî bi Îsraîlê re zêdetir bibe."

Têkildarî mijarê rayedarên DYA’yê got Pompeo beriya du hefteyan serdana Netanyahu kiriye, yê ku agahiya avakirina kargeheke nû li Lubnanê jê ragihand.

(eh)