Nexweşxaneyek li kampa Holê tê vekirin

Heyva Sor a Kurd ji bo niştecihên kampa Holê amadekariya vekirina nexweşxaneyekê dike ku ji 3 beşan û 17 textan pêk tê.

Nexweşxaneyek li kampa Holê tê vekirin
Nexweşxaneyek li kampa Holê tê vekirin
Nexweşxaneyek li kampa Holê tê vekirin
2 nîsan, 2019   07:29
EHMED MIHEMED / HESEKÊ

Li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê ku zêdetirî 72 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê lê dimînin, amadekariyên vekirina nexweşxaneyeke meydanî tê kirin. Nexweşxane ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve tê çêkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di sala 2016‘an de kampa Holê li navçeya Holê ya kantona Hesekê ji bo penaberên Iraqê vekiribû. Bi vekirina kampê re Heyva Sor a Kurd nuqteyeke xwe li kampê vekir û bi derfetên kêm alîkariya tenduristiyê pêşkêş dikir. Bi zêdebûna hejmara penaber û koçberên ji herêma Dêrazorê re, Heyva Sor a Kurd nuqeteyên xwe li kampê zêde kirin.

Niha jî amadekariyên vekirina nexweşxaneyeke meydanî ku ji 17 textan pêk tê, dike.

Der barê mijarê de, rêveberê nuqteya tenduristiyê ya Heyva Sor a kampa Holê Mesûd Remo diyar kir ku nexweşxane dê li nêzî nuqteya Hevya Sor a Kurd were vekirin û wiha got: “Dê 24 saetan di xizmetê de be. Xebatkarên wê ji bo xebatê amade ne, li bende ne ku alav bêne peydakirin. Nexweşxane ji beşên jin, zilam û zarokan pêk tê û dê di hefteyên pêş de were vekirin.”

Ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve 2 nuqteyên tenduristiyê li kampê hatine vekirin, di her nuqteyekê de ev beş hene; jin, zarok û hundirîn. Her wiha destwerdana lezgîn û dermanxane bê pere dermanan pêşkêş dikin.

ANHA