Çalakiya Leyla Guven ket roja 146’an

Çalakiya Leyla Guven ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, di roja xwe ya 146’an de berdewam dike. Her wiha gelek çalakvanên greva birçîbûnê, çalakiya xwe bi îradeyeke xurt didomînin.

Çalakiya Leyla Guven ket roja 146’an
2 nîsan, 2019   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 146 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de berdewam dike.

Li Hewlêrê endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz çalakiya xwe di roja 133’emîn de didomîne. Her wiha li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 107 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 73 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 77 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 80 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 108 roj li pey xwe hiştin. Çalakiya girtiyan di 1’ê Adarê de li tevahiya zindanan belav bûbû.

Her wiha li Amedê parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de ji 3’yê Adarê ve çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiya girtiyên tehliyebûyî didome

Çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 86’an.

Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne.

Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne.

Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Sînan Erkiliç jî ku di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 21’ê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Başakşehir a Stenbolê didomîne.

Li Londonê ji bo piştgiriyê çalakiya grevê ya dorveger

Li Londonê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz dabû destpêkirin, ji 14’ê Adarê ve berdewam dike. Duh êvarê jî 15 kesan ku  piraniya wan ji jinan pêk tê, ji bo piştgiriyê dest bi çalakiya dorveger kir. Çalakiyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk dest pê kir û dê çalakvan 5 rojan carekê hev biguherin.