Nivîskarekî lubnanî: Gelê Tirkiyê karta zer li rûyê serokê xwe rakir

Nivîskar û rojnemevanê lubnanî Semîr Etallah got ku yê ku li siyaseta Tirkiyê vegere, ji dema desthilata Erdogan, dê xeteke rast û lez ber bi hilweşandinê ve bibîne. Dê kesekî bibîne ku gotegotên mezin û siyasetên kurtnêrîn çêdike. Dê kesekî mîna Sedam Hisên bibîne, ji ber vê yekê di hilbijartinan de gel karta zer li rûyê wî rakir.

Nivîskarekî lubnanî: Gelê Tirkiyê karta zer li rûyê serokê xwe rakir
2 nîsan, 2019   07:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskar û rojnemevanê ji Lubnanê Semîr Etellah di gotareke xwe de di rojnameya Şerq El-Ewset de bi sernavê "Sultan li Qeterê bi ser ket û li Enqereyê bi bin ket" li ser siyaseta serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nivîsî.

Etellah di gotara xwe de wiha dibêje: "Di salên borî de me gelek destpêk û bidawîbûn dîtin. Hemû wekî hev in. Dema ez li meşa Recep Tayyîp Erdogan difikirim, hevrûkirin min ditirsînin. Ne xerîb e ku israr bike ji bo ku qesra wî bi hezar odeyan be, wekî hejmara odeyên Nîkolay Çavûşesko? Ne xerîb e mîna Sedam bi avatûrên xwe yên leşkerî serbilind be û pêdiviyên jiyanê yên gel li ber hilweşandinê bin, mezinkirina tiştan dide diyarkirin ku ew ê rojekê bigihîje dînarê Iraqê û dînarê Yugoslavyayê û bolîvarê Nicolas Maduro?

Nivîskar dide diyarkirin ku Erdogan bûye kesekî nerm û stûxwar, hevalên xwe beşdarî nêrîn û desthilatdariyê dike, çav lê ye ku Tirkiyê tev li Yekitiya Ewropayê bike, paşê dest bi avêtina hevalên xwe ji kêleka rê kir. Niha ketiye şerê hilbijartinên nû, li tu astên siyasetê danakeve, 2 kesan di yek rojê de şerê Ewropa ya xiristiyanan û misilmanan kir; ew yek jî Erdogan û kujerê komkujiya Zelandaya Nû ye.

Her wiha Etellah wiha dewam kir: "Dema ku siyasetmedarek ji zilamê dewletê dibe kesekî gel, gelek tişt li derdora wî diweşin. Ne tenê pere, her tiştê dikeve rêya pozbilindiyê. Kes nikare armancên pozbilindiyê fêm bike, çawa dewleteke navendî mîna Tirkiyê, Sûdiyê û Kendav dike dijminê xwe û tenê Qeterê dike hevkarê xwe? Çawa dewleteke rola siyaseta wê di cîhanê de heye, dibe deriyê peran û çeteyên DAIŞ`ê ji bo çûn û hatinê? Çi siyaseteke demdirêj a Tirkiyê hebe û Tirkiyê balafireke şer a Rûsya dixe xwarê û paşê dibe hevkarê leşkerî yê Moskovê?”

Li gorî nivîskar diyar kir, yê ku li siyaseta Tirkiyê vegere ji dema derbasbûna Erdogan, dê xeteke rast û lez ber bi hilweşandinê bibîne. Dê kesekî bibîne ku gotegotên mezin û siyasetên kurtnêrîn bibîne. Dê kesekî mîna Sedam Hisên bibîne, ji ber vê yekê di hilbijartinan de gel karta zer li rûyê wî rakir. Lê dibe ku sersaxiya têkçûnê bi vekişandina prensê Qeterê ji lûtkeya Tunisê der barê helwestên erebî ji Tirkiye-Îranê bide. Ji ber siyaseta neteweyî ya rast ku baregeheke leşkerî bide Tirkiyê û hevalbendiyê bi Îranê re ava bike.

Semîr Etellah, nivîskar û rojnemevanekî ji Lubnanê ye, di rojnameya El-Nehar û kovara Isbû El-Erebî û Seyad Lubanî û rojnameya El-Enbaa El-Kiwêtiyê de kar kir.

(jo)