Li Tebqayê şevbêrkek helbestan

Li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi dirûşmeya "Bi çanda xwe em pirên hezkirinê di navbera gelan de ava bikin" şevbêreke helbestan hat lidarxistin.

Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
Li Tebqayê şevbêrkek helbestan
30 adar, 2019   17:50
TEBQA

Şevbêrk ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê û Yekîtiya Reşwenbîran a Tebqayê ve hate lidarxistin. 5 helbestvanên Minbicê û hejmarek hebestvanên Tebqayê, bi dehan endamên saziyên sivîl û hezkiriyên helbestan amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Elaya bi xêrhatina beşdaran kir û spasiya helbestvanên Minbicê kir ku vexwendina wan pêk anî.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê jî Ehmed Mûsena axivî û bal kişand ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera rewşenbîrên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Paşê helbestvanan, helbest li ser dayikan, girîngiya çandê û leheniya şervanan ji bo rizgarkirinê xwendin.

Di dawiyê de hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Elaya û cîgira Hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê Bitûl El-Xilêf diyariyeke pêşkêşî Yekîtiya Rewşenbîrên Minbicê kir.

ANHA