Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin

Li bajarê Hesekê, partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê û rola partiyan di vê pêvajoyê de nîqaş kirin.

Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin
Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin
Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin
Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin
Partiyên siyasî pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê nîqaş kirin
30 adar, 2019   18:51
HESEKÊ

Partiya Mûhafizkarên Demokratîk ji bo nîqaşkirina rola partiyên siyasî di pêvajoya piştî têkçûna DAIŞ‘ê de civînek  li avahiya xwe ya li taxa Xiwêran li dar xist.

Nûnerên Partiya Çep a Kurd, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê, Partiya Yekîtia Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê û Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di civînê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, Serokê Partiya Mûhafizkarên Demokratîk Ekrem Mehşûş axivî û anî ziman: "Bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk çeteyên DAIŞ‘ê di aliyê erdîngarî de têk çûn, lê hîna jî îdeolojiya wê ji holê ranebûye, rewşa heyî ji ya berê girantir e ji ber şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hene. Ji ber vê yekê wekî partî ji me tê xwestin em fikrê tarî tune bikin."

Mehşûş anî ziman ku divê partiyên siyasî bi şêniyan re bi civin da ku fikrê aştî û jiyana hevbeş di navbera wan de belav bikin.

Hin ji beşdaran jî xwestin ku partiyên siyasî her mehan bi gel re bicive û rewşa siyasî ji wan re binirxîne.

Her wiha hate gotin ku pêvajoya bê pêvajoya avakirin û şerê li hemberî fikrê tarî ye.

Beşdaran bal kişandin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji herêmên herî bi ewle yên Sûriyê, lê gefên dewleta Tirk jiyana hevbeş dike hedef.

Nûnerên partiyan ji hemû hêzên Sûriyê xwestin ku destûreke nû ku mafê hemû pêkhateyan misoger bike, amade bikin. Her wiha bal kişandin ser projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk û gotin: "Pêwîst ev proje hîn bêtir bi gel re were naskirin. Projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke parçbûnê ye, lê belê yekîtiya xaka Sûriyê û jiyana hevbeş misoger dike."

Di dawiya civînê de beşdaran li ser van xalan li hev kirin:

"-Civîn ji hemû partiyên ku dixwazin çareserî bi rengî siyasî pêk were re vekirî ye.

-Beşdaran teqezî li ser yekîtiya ref û gotina di navbera hemû hêz û partiyên siyasî kirin ku bikeve xizmeta civakê.

-Em keda hemû hêzên leşkerî yên ku herêmê ji terorê rizgarkirine, bi taybet QSD (Hêzên Senadîd, YPG/ YPJ û Hêzên Sotoro) silav dikin û teqez dikin ku em ê xebata xwe ya fikrî û siyasî ya li dijî terorê dewam bikin.

-Divê destek bi eşîreyan re were dayîn.

-Hemû cûre, tundî, nejadperestî, olperestî cihê şermezariyê ye.

-Çanda aştî, lihevkirin û danûstandin were belavkirin.

-Têkilkî û hevkarî di navber partiyên siyasî de were pêşxistin.

Di dawiya civînê de, komîteyek ji 5 kesan hate avakirin ku ji bo mijara xizmetguzariyê bi saziyên Rêveberiya Xweser re bikeve nava têkiliyan.  Her wiha biryar hate girtin ku partiyên siyasî yên li bajarê Hesekê her meh li hev bicivin.

ANHA