Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan

Di roja çaremîn a Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`emîn de, Koma Leylûn a Efrînê daket ser dike û bi şanoya xwe ya "Çiyayê Kurmênc" bal kişand ser kiryarên dagirkerên dagirkeran û Berxwedana Serdemê.

Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
Şanoya "Çiyayê Kurmênc" Berxwedana Serdemê nîşan dan
30 adar, 2019   17:24
QAMIŞLO

Mihrîcana Şehîd Yekta ya Şanoyê ya 4`emîn ku bi dirûşmeya "Dengvedana Efrînê" ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê hatiye organîzekirin di roja xwe ya 4‘emîn de li ser dika şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamilo didome.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, rewşenbîrên û hezkiriyên şanoyê ji bo temaşekirinê amade bûn.

Di roja 4‘emîn a mîhrîcanê de Koma Leylûn a Efrînê şanoya xwe  ya bi navê "Çiyayê Kurmênc" pêşkêş kir, nivîsî û derhêneriya şanoyê Mustefa û Raperîn Hesen e.

Şano balê dikşîne ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê, wekî polîtîkeyên qirkirina çand ji ferzkirina zimanê Tirkî li ser yên Kurdî, guhertina navê deveran bi navê Tirkî û guhertina demografiya herêmê.

Lîstokên şanoyê, sûcên dagirkeran li dijî jinan, girtin, êşkencekirina sivîlan, qutkirin û şewitandina daran û wêrankirina deverên dîrokî û pîrozgehan, li beramberî wê berxwedan û hêrsa gel a li hemberî dagirkeran nîşand dan.

Piştî bidawîbûna şanoyê beşdaran li çepikan xistin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Em ê li Çiyayê Kurmênc vegerin" beriz kirin.

Piştre jî der barê şanoyê de beşdaran nêrînên xwe anîn ziman. Hin beşdaran şano wekî şanoya Kurdî ya resen bi nav kirin û banga pêşxistina mîna rengên şanoyê kirin.

ANHA