Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin

Şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birak, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rakan El-Zabo yê ku di 28‘ê Adarê de şehîd bibû li goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê oxir kirin.

Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Rakan li Til Hemîsê hat veşartin
30 adar, 2019   16:39
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeyên Til Hemîs û Til Birakê yên girêdayî kantona Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Rakan El-Zabo ji ber avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîdan a navçeya Til Hemîsê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze ji goristanê ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Li vir deqeya rêzgirtina leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve pêk hat. Paşê bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn fermandar Xelîl Efîf, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê rêveber Ehmed El-Ebawî û bi navê malbata şehîd Rakan, apê şehîd Ehmed El-Zabo axivîn.

Qisekaran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, şehîd rêya gelan a ber bi azadiyê ve ronî kirin. Her wiha soz dan ku ew ê xeta şehîdan bişopînin heta armancên wan pêk werin.

Apê şehîd, got ew bi şehadeta lawê xwe serbilind in û anî ziman ku ew ê xeta wî dewam bikin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd ji aliyê endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd Rakan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

ANHA