Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê

Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şaxê partiyê yê Minbicê şahiyek bi beşdariya sedan şêniyan organize kir.

Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
Li Minbicê şahiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê
30 adar, 2019   15:06
MINBIC

Bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şaxê partiyê yê Minbicê şahiyek bi beşdariya sedan şêniyan organize kir. Şahî li ser berava çemê Firatê li nêzî pira Qerezaqê ku divekeve rojhilatê Minbicê pêk hat.Şahî bi dirûşmeya `Bi Partiya Pêşerojê ya Sûriyê re minareya Sûriyeya pêşerojê ava bikin` hat lidarxistin.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê û endamên partiyê beşdarî şahiyê bûn.

Cihê şahiyê bi alên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan axivî û salvegera yekemîn a damezirandina partiyê li civakê pîroz kir.

El-Qeftan tekez kir ku guhertin bi demokrasiyê re diwelde û di nav refên civakê de fireh dibe. El-Qeftan destnîşan kir ku Partiya Pêşerojê ya Sûriyê tekez dike ku xebatê siyasî bi destûr û qanûnan ve girêdayî ye.

Piştre koma El-Mehebe ya girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û hunermend Casim El-Tirkmanî stranên gotin. Helbestvan Ibrahîm Mistefa helbestek bi navê `Sûriyê beled El-Mehebe` xwend.

Paşê Koma Şehîd Botan El-Tirkmanî berhemên xwe yên dîlana gelêrî pêşkêş kirin. Piştî wê endamên partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamêm Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Jin, Hêzên Erka Xweparastin û Mala Birîndaran xelat kirin.

Di dawiya şahiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî û gelêrî gerandin.

(şx)

ANHA