Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin

Komîteya Alavên avê li navçeya Tirbesipiyê bi hevkariya Meclisa Kantona Qamişlo û Meclisa Aborî ya navçeyê komîteyek, ku 24 saetan  xebat û çavdêriya her du bendavên Maşûq û Mizgeftê bikin ava kirin. Komîte ji bo rewşa awartey ya barana dijwar hat avakirin.

Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin
Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin
Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin
Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin
Li navçeya Tirbespiyê komîteyek hat avakirin
30 adar, 2019   13:45
QAMIŞLO- RÊNAS REMO-KADAR ÎBARAHÎM

Bajar û navçeyên herêma Cizîrê rastî baranek dijwar tên, ji ber vê yekê lehî û pêlên ava çem û kaniyan bilind dibe. Tirbesipiyê jî wekî bajarên din rastî bilindbûna pêlên avê hat, bi taybet li bendavên Maşûq û Mizgeftê.

Bendava Mizgeftê 8 km dikeve  bakurê rojhilatê navçeya Tirbesipiyê, ji çemê Cerih, kaniyên Şerk û Kêl Hesnak ava xwe werdigire. Bendava Maşûqê jî 15 km dikeve  bakur û rojhilatê navçeya Tirbesipiyê.  Pirê xwe ji çemên Maşûq, Dêrna, Qelniqê û Babasî werdigire.

Di demên borî de her du bendav rastî bilindbûneke mezin hatine, lewma metirsî li cem gelek şêniyan çêkirine. Komîteya Alavên avê ya navçeya Tirbespiyê tekez kir ku heta vê kêlîkê ti metirsî tune ye û heke rewşa avhewayê wiha bidome yan jî buyerên jinişkava derbikeve, komîte dê  kenalazyonên  her du bendavan vekin.

Têkildarî mijarê Rêveberê Komîteya Alavên avê ya navçeya Tirbesipiyê Redwan Îbrahîm tekez kir ku asta bilindûna ava pira Mizgeftê di van rojên derbasbûyî de ji ber barana dijwar, ji 12`Melyon mitir3 bûye 17 milyon mitir3, ji bo fîşara pirê kêm bibe  komîteyê kanalizyona pirê bi tibaba 40 pile vekirin,.

Ridwan di dewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir, pira Mizgeftê 19` m3 ji avê dihewîne, her wiha pira Maşûqê jî 700` hezar3 dihewîne û niha gihaştiye 300` hezarî, ji ber vê yekê bi hevkariya Kantona Qamişlo û Meclisa Aborî ya navçeya Tirbesipiyê komîteyek ji rewşên awarte ji piran re ava kirin û 24 saetan çavdêriya bike.

Hêjayî gotinê ku komîteyê alavên wekî hefare û baluzer  dane wan.

(eh)

ANHA