Li Girê Spî dermanxaneyeke navendî  ya çandiniyê hate vekirin

Li bajarê Girê Spî yê herêma Firatê dermanxaneyeke navendî  ya çandiniyê bi merasîmekê hate vekirin.

Li Girê Spî dermanxaneyeke navendî  ya çandiniyê hate vekirin
Li Girê Spî dermanxaneyeke navendî  ya çandiniyê hate vekirin
Li Girê Spî dermanxaneyeke navendî  ya çandiniyê hate vekirin
30 adar, 2019   13:29
GIRÊ SPÎ

Bi armanca alîkardayîn û peydakirina pêwîstiyên cotkaran ji dermanên çandiniyê, Girînendeya Çandiniyê ya bajarê Girê Spî dermanxaneyeke navendî ya çandiniyê vekir.

Bi dehan şêniyên kantona Girê Spî, endamên saziyên sivîl û meclîsan beşdarî merasîmê vekirina dermanxaneyê bûn.

Deriyê dermanxaneyê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin. Paşê Hevserokê Girînendeya Çandiniyê ya bajarê Girê Spî Abdullah Xelîl axivî, "Çandinî beşekî sereke ye, nemaze piştî ku ewlehî û aramî li herêmê pêk hat. Me jî ev dermanxane vekir da ku alîkariyê bidin cotkaran û pêwîstiyên wan bi cih bînin."

Xelîl her wiha got, derman dê bi buhayeke guncaw werin firotin.

Di dermanxaneyê de de endezyarekî pispor ê çandiniyê û alîkarek dixebitin.

(jo)

ANHA