Li Dêrazorê dewreyeke destwerdanên destpêkê ji jinan re hat vekirin

Meclisa Jinan a El-Cezrat bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, dewreyeke perwerdeyê ya destwerdanên destpêkê ji endamên komînên jinan re vekir.

Li Dêrazorê dewreyeke destwerdanên destpêkê ji jinan re hat vekirin
30 adar, 2019   11:58
DÊRAZOR

Meclisa Jinan a El-Cezrat bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, dewreyeke perwerdeyê ya destwerdanên destpêkê bi beşdariya endamên komînên jinan û endamên Meclisa Jinan vekir.

Dewreya ku dê mehekê dewam bike, 15 jin beşdarî wê bûne û dê piştî perwerdeyê bawernameyên hemşîretiyê li wan werin belavkirin.

Têkildarî mijarê endama Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Jinan Zehra El-Tayih diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe jinên herêmê perwerde bikin da ku xwe bi pêş bixin.

(eh)

ANHA