Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn

Azar û zehmetiyên koçberan ên li kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, mînak kampa El-Cerbûi li gel paşguhkirina rêxistinên mirovî zehmetiyan dikişînin. Di van rojên ku barana zêde dibare, rewşa wan xirabtir bûye. Koçberan bang li rêxistinîn mirovî kirin ku rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
Zehmetiyên koçberan ên li kampên Reqayê bi barîna baranê re zêde bûn
27 adar, 2019   16:58
REQA

Baranên ku di van demên dawî de li Sûriyê bi giştî barîn, rewşa koçberên li herêmê bi awayekî nerênî bandor kirin. Li herêma Reqayê jî kampên koçberan zirar ji ber baranan dîtin. Bi taybet jî kampa El- Cerbûi. Di nav kampê de derdora hezar û 800 koçber ji deverên cuda yên Sûriyê hene. Ew koçber li ser 285 konan hatine belavkirin, lê ew kon wan ji baranê naparêzin.

Trajediya kampê bi paşguhkirina rêxistinên tenduristî re zêde dibin. Li gorî Rêveberiya Kampê hejmara kesên astengdar ên di nav kampê de 70’ê kesin. Nexweş bi nexweşiyan re ru bi rû ne.

Ajansa me di nava kampê de geriya û derdê koçberan guhdar kirin.

Koçberê bi navî Îsa El-Salih got: "Rewşa me gelek xirab e. Êdî em nikarin vê jiyanê tehemul bikin. Di havînê de em ji germayê dimirîn û di zivistanê de jî rewşa me bi parçebûna konan û baranê re dijwartir dibe."

Koçbera bi navê Fatme El-Xelîl a ku ji herêma Sibêxan a gundewarê Dêrazorê koçber bûye, ji ber dijwarbûna rewşa wiha vegot: “Vê hefteyê me xew nekir, konên me ji havînê ve parçe bûne. Piştî baranê piraniya konan parçe bûn. Hinek kon jî li ber bayê firiyan.”

Koçbera bi navê Sarye El-Himsiye ya ku ji gundewarê Himsê koçber bûye bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa wan bibînin û alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin. Sarye got bi taybet pêwistiya wan bi kon û dermanan heye.

(şx)

ANHA