Li Reqayê bawername li jinan hatin belavkirin

Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya rêxistina Me Beyne El-Nehrên bawernameyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê li 40 jinan belav kirin.

Li Reqayê bawername li jinan hatin belavkirin
Li Reqayê bawername li jinan hatin belavkirin
Li Reqayê bawername li jinan hatin belavkirin
Li Reqayê bawername li jinan hatin belavkirin
27 adar, 2019   15:34
REQA

Bi armanca perwerdekirina jinan ên ku derfet ji wan re çênebûn, fêrî xwendinê bibin, Komîteya Jin a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya rêxistina Me Beyne El-Nehrên dewreyên fêrkirina xwendin û nivîsandinê bi dirûşmeya `Jin dinivîse û dixwîne` vekir.

Îro piştî qedandina dewreya ku 3 mehan dom kiriye, komîteyê bawername û xelat li jinan belav kirin.

Endama rêveber a projeyê Melek El-Ersan ji ajansa me re axivî û got: "Bi armanca perwerdekirina jinan li ser xwendin û nivîsandinê me proje vekir û me du pol ji jinên beşdar re vekirin."

Melek destnîşan kir ku wan dewre bi belavkirina bawernameyan û xelatan li ser jinan bi dawî kir.

Xwendekara bi navê Xalsa El-Elî ya 68 salî got: "Ez beşdarî dewreyê bûm da ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibim. Ji ber ku di dema me de civak izin nedida ku jin bixwîne û binevîse. Pêwîstî bi xwendina jinê nedît. Lê niha derfet çêbû ku em fêr bibin. Ji ber wê min xwest bi vê temenê fêrî xwendinê bibin. Ji ber ku di biçûkahiya xwe de ji xwendinê de mehrûm mam.”

(şx)

ANHA