Xwendekarên Efrînê jî serkeftina QSD`ê pîroz kir

Îro bi boneya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi beşdarbûna bi dehan xwendekar, Tevgera Xwendekarên Demokratîk daxuyaniyek ji bo raya giştî weşand.

Xwendekarên Efrînê jî serkeftina QSD`ê pîroz kir
27 adar, 2019   13:39
ŞEHBA

Di meha Adarê de ku meheke girîng e li gel hemû Kurdan, têkbirina xîlafeta DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di vê mehê de hate ragihandin. Ji lew re ji bo vê serkeftina dîrokî Tevgera Xwendarkên Demokratîk a Efrînê li Şehbayê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî ji hêla endama rêveber a Tevgera Xwendekarên Demokratîk Hêva Haşim ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Ji bo raya giştî ya cîhanî,

Di dîroka Kurdan de her tim berxwedanî û qehremanî heye. Dîroka Kurdan para herî zêde ji êş û zordariyê kişandiye. Lê encamên wan berxwedanan her tim serkeftin bû.

Îro jî dîrok careke din xwe dubare dike, bi taybet di meha Adarê de ku meha serkeftinan e. Ji bo wê jî çawa di dîrokê de Kawayê Hesinkar hemû gelên bindest ji Dehaqê xwînmij rizgar kir û meşeleya serkfetinê pê xist û rakir, îro jî careke din di heman dîrokê de gelên bindest û êşkişandî bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûn û împaratoriya wê têk bir.

Her wiha jî berxwedana jinên qehreman û israra wê di grevê birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hevrêyên wê, dê bibe mîsogeriya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û împaratoriya Osmaniyan hilweşîne.

Em jî wek xwendekarên Efrînê hêviyên pêşeroja azad in. Em serkeftina QSD’ê û berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê silav û pîroz dikin û şehîdên grevê birçîbûnê bi minetdarî bi bîr tînin.

Di dawiyê de jî, em banga xwe li raya giştî û rêxistinên mirovî dikin ku çalakvanên grevên birçîbûnê û daxwazên wan bînin cih û tedbîrên pêwîst ji bo wan bikin. Her wiha jî bibin destek da ku dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê ji Efrînê derxin û Efrînê rizgar bikin.”

 (ekîb)

ANHA