‘Kuştina jinan sûcekî dermirovî ye’

Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê cînayetên jinan şermezar kirin û daxwaz kir ku şîdet û binpêkirinên der heqê jinan de bên rawestandin.

‘Kuştina jinan sûcekî dermirovî ye’
27 adar, 2019   13:58
QAMIŞLO

Kongreya Star a navçeya Tirbespiyê sûcên li dijî jinan de şermezar kirin. Kongreyê bûyera dawîn ku li bajarê Qamişlo pêk hat ku mêrekî hevjîna xwe ya 19 salî kuşt, şermezar kir û daxwaz kir ku sînorek ji van binpêkirinan re bê danîn û kesên ku van karan dikin, bên darizandin.

Jinan bûyer bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî ji aliyê endama rêveberiya Kongreya Star Asiya Cuma  ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Kongreya Star hemû cureyên şîdeta li dijî jinan şermezar kirin, her wiha bûyera dawîn ku jinek ji aliyê hevjînê xwe li bajarê Qamişlo hate kuştin bi bîr xist û wiha hate diyarkirin: "Em wek jin vî karî bêexlaqî û dermirovî bi tundî şermezar dikin. Em ji aliyên peywendîdar dixwazin sûcdaran darizînin û wan radestî edaletê bikin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîna van sûcan, rojane der heqê jinan de pêk tên, ev yek jî bandora neyînî li ser pêşketin û hişyarbûna civakê dike û wiha hate gotin: "Em daxwaz dikin ku şîdet û hemû cureyên wê yên li dijî jinan bên rawestandin, ji ber ku jin nûnerên rast ên civakê ne."

(jo)

ANHA