Ciwanan Efrîn û Tebqayê peyama Rêber Abdullah Ocalan xwend

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantonên Tebqa û Efrîn peyama Rêber Abdullah Ocalan xwend, ciwanan diyar kir ku ew xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin.

Ciwanan Efrîn û Tebqayê peyama Rêber Abdullah Ocalan xwend
31 kanûn, 2025   14:58
TEBQA

Di 30`ê Kanûnê de, Rêber Abdullah Ocalan bi boneya sersalê peyamek şand. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantonên Tebqa û Efrîn îro ev peyam li Hola Meclisa Gelan xwend.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de behsa pêvajoya aştiyê, civaka demokratîk û peymana 10`ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de kir.

Piştî xwendina peyamê, ciwan ber bi avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê ve çûn, li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Raman El Hesen daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan silav dikin û soz didin ku em ê naveroka wê bi cih bînin. Wekî ku Rêber Apo gotiye 'Me bi ciwanan dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin.'"

Tevgera ciwanan diyar kir ku ew ê xwe li gorî ramanên rêber Abdullah Ocalan û bi ruhê hevaltî û komunîzmê bi rêxistin bikin.

(k)